A A A

Kovar

  • Fritillaria Kurdica 22

    Hejmara 22 ya kovara me teza masterê ya Rodî Hûseyin Keskîn pêşkêş dike ya bi navê Însyatîfên/Destpêşxeriyên Çandî ji bo Zindîkirina Zimanê di Nava Jinên Zaza de li Bakurê Kurdistanê. Tez di çarçoveya projeya lêkolînî de ya bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Diasporayê (ALCITfem) hatiye amadekirin û Rodî Hûseyin Keskîn beşdarê wê bû. Tez roja 26ê îlonê sala 2023 hat pejirandin.

  • Hejmara 21ê ya kovara me

    Hejmara 21ê ya kovara me hevpeyvînên di gel berhevkarên folklora kurdî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û herwiha ji Xorasanê pêşkêş dike. Qeyda hevpeyvînan bi zaravayên cuda yên kurdî ne û di kovara me da metnên kurmancî, zazakî û badinî cih digirin.

  • Fritillaria Kurdica 19-20

    Di hejmara 19-20ê a kovara me nivîsên bi înglizî, kurdî û polonî hene. Kovara me di çarçoveya projeya Deng çawa dikare bê bihistin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de hatiye çapkirin û bi dawiya projê ya roja 19.02.2018 kovar jî bi dawî tê.

  • Fritillaria Kurdica 18

    Hejmara 18în ya kovara me du tekstên polonî pêşkêşî xwendevanan dike. Nivîsa Adam Martofelî siyaseta Rûsyayê li Suryê û ji bo Kurdên Rojavayê tîne ber çav. Jakub Mirowskî dîroka pêvajoya aşîtî ya li Tirkiyê û bi taybetî çalakiyên siyasî û çandî yên Kurdan analîze dike.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies 17

    Hejmara 17an a kovara me tekstên bi înglîzî û kurdî pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya nivîsên hejmara dawî dema konferansa navneteweyi ya kurdnasiyê ya bi navê Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition (Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de) hatin pêşkêş kirin. Konferans di nav rojên 24 -26.10.2016 de li Zanîngeha Yagiellonskî li Krakovê pêk hat. Armanca serekî ya konferansê ew bû ku em vekoler û pisporên meydana kurdnasiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ligel yên ji rojava û rojhilatê Ewrûpayê bigihîne hev.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies 16

    Hejmara 16an a kovara me du tekstan pêşkêşî xwendevanan dike ya ku realite û çand yên mirovên Êzidî yên li Gurcistan û Ermenîstanê dijîn û Kurdên Xorasanê ber bi çav dike. Nivîsa Artur Rodziewiczî ya bi polonî ji du parçeyan pêk tê: ya yekem behsa dîroka Kurdên Kafkasê dike, ya duyem jî hevpeyivîna digel Dimitrî Pîrbarî ye. Berhema Abdullah Hajiyan û Umîd Demîrhanî berhevkirina tekstên çanda devkî, klasîk û nûjên yên Kurdên Xorasanê ye û ji bilî vê ferhengoka biçûk a zaravayê kurmancî yê Xorasanê pêşkêşî xwendevanan dike.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies 15

    Hejmara 15an ya kovara me berhemên Mehmet Dicleyî yên bi wergera polonî ya Joanna Bocheńskayê pêşkêşî xwendevanan dike. Mehmet Dicle li bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê û niha li Stenbolê dijî. Pirtûka yekem ya kurteçirokên wî ya bi navê Asûs sala 2005 hat çapkirin. Pîştî wê Nara (2010) û Ta (2013) jî derçûn û ji aliyê xwendvan û rexnegiran wek berhemên pir bedew û serkeftî hatin nirxandin.

  • Fritillaria Kurdica, 13-14

    Hejmara 13-14an a kovara me nivîsên înglîzî pêşkêşî xwendevanan dike. Çar nivîs bi endamên projeya me hat nivîsandin û çar yên din jî bi mêvanan an jî di çarçoveya projeyên din hat nivîsandin.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies No. 11-12

    Hejmara 11-12an a kovara me nivîsên înglîzî û polonî pêşkêşî xwendevanan dike. Ji bilî du nivîsên bi zimanê înglîzî em wergera polonî ya hevpeyivînên digel berpirsên rexistinên çand yên kurdî ya ku meha temûzê sala 2015 li Tirkiyeyê hat qeydet kirin çap dikin. Hemû nivîsên vê hejmarê parçeya ji projeya lêkolînî ya me ne.

  • Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies No. 10

    Di hejmara 10an a kovara me de em wergerên edebiyata kurdan a ku bi zimanê farsî hatiye nivîsandin pêşkêşî xwendevanên polonî dikin. Di destpêka sedsala 21an de tu guman tuneye ku “edebiyata kurdî” tê maneya wêjeya ku bi zimanê kurdî (zaravayên cuda yên zimanê kurdî) tê nivîsandin. Lêbelê hê jî hinek nivîskar hene ku zimanên resmî yên dewletan bi kar tînin û nasnameyeke li ser sînor a edebiyatê diafirînin ku em bi asanî nikarin bibêjin ev edebiyat giredayî kîjan çand û welatî ye.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies nr. 9

    Di hejmara 9em a Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies de em pirtûka ku di sedsala 19an de li Sankt-Petersburgê çap bibû, ji nû ve bi wergera polonî diweşînin. Navê pirtûkê bi orjînala wê ya fransî ev bû Recueil de notices et récits kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan, réunis et traduits en français par M. Alexandre Jaba consul de Russie à Erzeroum (Komkirina agahî û hikayetên kurdî ku bi saya wan kes dikare ziman, edebiyat û xelka Kurdistanê nas bike û yên ku ji zimanê kurdî bo zimanê fransî bi saya Aleksander Jabayî yê ku konsolosê Rusyayê li Erzeromê ye hat wergerandin)".

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no. 7-8

    Hejmara nû (7 û 8) ya kovara me Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies derçû. Hejmara me ya nû pirzimanî ye û nivîsên bi zimanê îglîzî, rusî û kurdî soranî pêşkêş dike. Kovar bi şikla pdf e û li jêr tê peydakirin.


  • Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.6

    Hejmara şeşem a kovara me helbestên nûjên ên şair û nivîskarên kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî xwendevanên polonî dike.

  • Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.5

    Hejmara pêncan a kovara me ya Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.5 ya ku bi zimanê polonî derdikeve bi taybetî ji bo xwendevanên polonî tê pêşkêşkirin. Lê bi sayeya teksta yekemîn a bi navê Ferhenga Nifirên Kurdî ya Umîd Demirhanî perspektîfa postkolonyal a projeya me berfireh dibe.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. no. 3,4

    Hejmara nû (3 û 4) ya kovara me Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies derçû. Babeta serekî a kovara me kevneşopiya êzdî ye. Nivîs ku tên pêşkêş kirin encamên seminara me bi navê The Diverse Heritage of Yezidi Tradition ne ku roja 13.11.2013 li Krakovê pêk hat.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. no. 2

    Hejmara didu ya kovara me ya Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies hat weşandin û edebiyata kurdî bi zimanê polonî pêşkêş dike. Wergerên çirok û helbestên kurdî Joanna Bocheńska çêkirî bû.

  • Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies No.1

    Hejmara yekem a kovara me Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies hat weşandin

  • Li ser kovara me

    Fritillaria kurdica (bi rastȋ Fritillaria crassifolia subsp. kurdica) navê kulȋlkekê ye ku li Kurdistanê bi navên Taca Mîr, şilêr, guldexwîn, gulnixûn yan gulsernixûn tê naskirin. Nebatnasên ewropȋ ev kulȋlk di sedsala 19an de nas kir. Cara yekem nebatnasê bi navê Boissier ew terȋf kir, li gorî kulȋlka ku ji aliyê nebatnasekî din ê navê wȋ Wilhelm Noë (1798-1829) ye hatibû komkirin. Wilhelm Noë nebatnas û rêwiyekȋ nemsayî (awıstiryayȋ) bû û sala 1844an bûye serokê baxçeyê botanȋkê yê Êcole Impériale de Médicine de Galata Serai ya li Stenbolê. Vî camêrî nimûneyên şilêrê li nêzȋkȋ Gola Wanê kom kiribûn. Lê Fritillaria kurdica li ser axa hemû Kurdistanê hêşîn dibe û bi rengên xwe yên kesk, sor û zer dikare bibe sembola wê jî.