A A A

Lêkolȋner

  • Lêkolînerên ALCITfemê

    Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) bernameyeke lêkolînê ya navdîsîplînî ye ku bingeha wê li ser xebatên wêjeyî, antropolojiya çandî, xebatên zayendî û civaknasiyê hatiye danîn. Proje bi rêya hevkarîya van enstîtuyan Beşernasî û Zanistên Civakiyê tîne ber hev û pêwendiya wan bi hev du re çêdike: Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Lêkolînên Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Fato, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê û Muzeya Asya û Pasîfîkê (Warşova). Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

  • Lêkolînerên projeya: Hemwelatiyên Dinyayê

    Lêkolînerên Projeya du salî ya bi navê: Hemwelatiyên Dinyayê: Edebiyata Kurdî ya Modern û Pêvajoya Çêkirina Mirasê weku Riyên Guhartin û Nûkirina Zimanê Kurdî û Kevneşopiya Devkî ya ku piştgiriya Weqfa Zanistê ya Polonyayê (NCN) wergirtiye.

  • Lêkolînerên projeya 2013-2018

    Agahiyên li ser koma lêkolînî ya projeya Deng çawa dikare bê bihîstin. Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de ya ku di nav salên 2013-2018 de pêk hat. Proje bi saya piştgiriya bernameya SonataBis1 ya Sentera Zanistên Polonyayê hatiye realize kirin.